Her nifş dîrokek e, her mirov jî destanek e. Rastiya di destanan de veşartî, hişmendiya mirovaniyê ye. Destanê Elikê Battê I. parçeyek ji dîroka Mala Osman e, mekan jî nîvgirava Çiyayê Hevêriya –Turabidîn e. Em jî bi wî destanî mezin bûn. Ava Mezin ji Heskîfê weke kevanekî dişêlihê û heta bi Cizîrê dirêj dibe. Ev bejahiya di qêraxê Ava Mezin re ber bi deşta Nisêbînê û Binyaxetê fereh û dirêj dibe, navenda cîhanê ye. Sê riyên ji Rojava dirêj dibin, du rê ber bi Hindistanê, riyek jî, ber bi Serhedê-Asya Navîn dirêj dibe. Lê çaryan hem Midyad e, hem Nisêbîn e!...

Ev axa ku em lê ji dayik bûne, bi çîrok û bûyerên bi bêhna barûda fetsînok û agirê qijlanî dagirtî mezin bûne. Di her avaniya bavûkalên me de, bêhna barûdê û şikestîka berê topan hebûn. Ev kavil pêlên wê derya çîrokên nifşan bûn. Ew pêlên dîrokî di kêlên gorîstanên gund û bajarên wê giravê de nivîsî ne. Her kêl qîrînek bêdeng e û her roj kêlek nû li wan kêlan zêde dibe.


Ziyareta Rastê û gundê Mizîzexê.

Dema Evdilkerîmê Hesenê Evdê Ferho çû ser dilovaniya xwe, min gotinên wî ku gotibû; Eger ji min werê, ez ê kêlên gorên Mala Osmên hemiyan li Gorîstana Rastê rêz bikim” nivîsî bûn.Hê tava rojê, li siha kêla Evdilkerîm nexistibû, kêla Elîkê Battê II. hate çikandin.

Elîkê Battê II, ji dema xwe mezintir bû.

Sala 1950î dema, bi malbatî ji Binyaxetê hatin, ew xortekî bejin zirav û dirêj bû, helbestên Cegerxwîn dixwendin. Dengê wî, mîna çirîskên yaqut û dirrê neşikandî, di guhên me de dikirin çingênî. Em zarok bûn, lê dengê wî, helbestên dixwendin, wek ku ji me re bibêje zû mezin bibin, mîrateya bav û kalan li benda we ye, divê firaze beyar nemîne, nirxên hatine avakirin bê gul û gulbijêrk nemînin. Digot, em beriya zarokatiya xwe mezin bûn, zarokên Mala Osmên, ji zaroktiyê re dema wan nîne. Rast digot, me zarokatiya xwe nedît. Lîstikên zarokatiya me, di nava kavilên bi topan hatibûn kavilkirin de bûn. Rêbiwariya me, çûn û hatina li ser tixûbên têlkirî bû.

Sala gonê, dema ez bi apê Bercesê Xelîlê Battê re çûme Binyaxetê, apê Berces li Kêlhesanekê ji apê Ahmedê Hiseynê Ferho re got: Nifşê min û tê, nifşê berî me, zarokatiya xwe nejiyan, nifşê piştî me jî zarokatiya xwe najîn.

Em ji çand û zanista lîstika zarokan bêpar mezin bûn.


Yê li piya: Nezîr Ercan (Koçerê), Reşîd Battê, Selîm Çelebî, Selîm Battê, Ferho Akgül (Ferho), Nusreddîn Tercan (Eshed), kesê herî li pêş rûniştî; mamosteyê gund, Yûnis.

Li dibîstana navendî, êvara înê bû, em ji Midyadê ber bi gund ve diçûn, Apê Elîkê Battê II. li hespekî siwar, ji Tara Mala Nehroz daket û li ber xerzikê ser riya Mizîzexê gihişte me. Ayten, keça Miradê Nehroz nû jê re xwestibûn, bi dergistî bû. Ez, Kêfxisran û Mihemed Selîmê Çelebî bûn. Li me rawestiya û got; Hun sê biraziyên min in, ez nikarim we her sêyan siwar bikim, lê ez ê xwe tebayî we bikim”. Ji hesp pêya bû, hevsar kire destê xwe û heta bi gund bi me re meşiya.

Di rê de ji me re axivî şîret kirin.

Gotina wî, “hun dixwênin, baş bixwênin, di xwendinê de bere lingê we erdê bigire. Binerin, ez nabêjim bere lingê we refik bigire, dibêjim bere lingê we erdê bigire. Du gotinên ji hev cûda ne; lingê erd bigire, sermiyantî ye, pêşengtî ye, lingê sefik bigire, meslahat û debara rojane ye.” Ev gotin dihatin wateya ku mêrê çê bin, klîmatên axa xwe biguherin. Bibin dengê xwe û qîrêna civaka xwe; roja xwe hilderînin, bayê xwe bibalivînin, loda bênderên xwe bidêrin, bibin bayê xwe, ewran kom bikin, barana xwe bibarînin.

Dema min romana “Dr. Rifat” dinivîsî, pêdiviya min bi hin rastiyan çêbû, min telefonî gorbihiştî kir. Piştî bersiva pirsên min, got: “Dr. Rifat helbestvanê Midyadê bû, her helbestvan dengê welatê xwe ye. Ez te jî dişopînim, her bijî, tu jî helbestvanê axa xwe yî. Divê hun kilîmatên vî welatî biguherin.”

Her gotina wî, bi sirr û raz bû û riya jiyanê nîşanî mirov dida.

Beriya mehekê bû, piştî ji nexweşanê derket, min telefonî wî kir, got; Ez baş im, li Doktor Ismet bipirse, jê re telefonê vekin û moral bidinê.” Wekî ku, endazyariya kûrahiya dîlê xwe nîşan bide, bi hesabê matemetîka jiyanê dirêj dirêj axivî.

Vêce niha ez di nava bêdengiyekê de, hem destanê “lê lê nemînê” dibêjim, hem çend gotinan bi rengên cûda, lê bi yek armancê û dilsoziya qewêtiyên apê Elîkê Battê II. dinivîsim. 

Lê wek jinên ku dilojarê dibêjin, nabêjim “weytî jarê”, wek lawija Suryaniyan nabêjim “weylik li me be”; Ji ber ku ciwanên Mala Osmên, hem roja xwe dihilên, hem bayê xwe dibizivînin, lodên bêndera xwe didêrin, cehdê dikin ku klîmatên axa xwe biguherin.

Ev qewêtiya apê Elîkê Battê II. bû!

Elîkê Battê II. stuna navendî ya Konfederasyona Heverka bû, şikest, lê ne tewiya û hem destan nivîsî, hem jî di mêjiyê me de pencere vekirin.

 

Nivîsên din ên Medenî Ferho
Wêneyên Mizîzexê