Di çend sedsalên dawî de, di parastin û birêvebirina Tora Hevêrka de, mala Şêxê, mala Osmanê Xelîl, mala Smayîlê Werdê, mala Eliyê Remo û herî dawî mala Osmên pêşengtî kirine. Lê bi hezaran mêrxas û lehengên din î Hevêrkî yên îro ’bênav’ jî hene ku heta dawiyê, di rêzên herî pêş de li ber xwe dane. Bi sedan ji wan, her weha canê xwe di vê riyê de dan.

Wekî mînak, ji Mizîzexê, Nametê Şehîn û birayê wî Hesenê Şehîn, du mêrxasên Şivqetî bûn ku di her gava Elîkê Battê de, pê re bûn.

Nametê Şehîn ku di şerê Tinatê de jî bi Elîkê Battê re bû, beriya malavahiyê li jiyanê bike, di rojên xwe yên dawî de, gelek caran, zarokên xwe û zarokên din ên gundiyan li dora xwe kom dikirin û bîranînên xwe ji wan re vedigotin. Wî ji zarokan re digot, ’dîroka xwe ji bîr nekin, bikin guhar û bêxin guhên xwe’.

Dîsa rojek ji va yên xweş ê buharê ye.

Nametê Şehîn ji xew radibe û di pencereya xwe re li hewşê dinere. Dibîne ku zarok ji zû ve hatine û li benda ’çîrokek nû’ ne. Hevjîna wî, Helîma Kêlo dibêje, ‘tu îro dereng mayî, zarok ji serê sibehê ve li benda te ne. Tu here bi wan ve, ezê jî hinek mewîj, bastîq û helîl derbixim û ji we re bînim’.

Li berberojkê li hewşê, zarok wekî her car li derdora Namet dibin xelek û çîrok destpê dike. 

‘Zarokên delal,

Ji xwe, beriya bi çend rojan, min ji we re çîroka girtina Elîkê Battê û çend kesên din ji mala Osmên gotibû. Û her weha, çawa piştre Elîk û Şemunê Hennê Heydo ji zindana Xarpêtê firar kiribûn. Emê ji wir berdewan bikin…

Belê, piştî Elîk ji hepsê firar kir û gihişte Torê, ji her deverê bi dahol û zirne xelk hate serdana wî. Lê Elîk nehatibû ku li mala xwe rûnê. Wî her roj name û qasid ji serokeşîran re dişiyandin û bi xwe jî rojekê jÛi li mala xwe ranediwestiya.

Di demek kin de, bi hezaran Hevêrkî li dora wî kom bûn û li gelek deveran êdî di navbera wî û leşkerên Osmanî de şer jî destpê kiribû. Yek ji van şeran, şerê li gundê Tinatê bû. Di vî şerî de, mixabin, hin eşîrên herêmê jî alîkariya dewletê kirin. Ev meseleyek kûr û dûr e, ezê îro behsa goreyên qumandarê tirk bikim. 

Em di şerê Tinatê de ne. 

Ji gundê Zinarexê bigre, heta bi Çêlikê Eliyê Remo û Ava Mezin. Êzîdî û suryanî jî di nav de, ji herêma Mizîzexê jî, ji Taqa, Xerabya, Bacinê, Kevnasê, Dênwanê û gundên din, gelek merxasên Hevêrkî di vî şerî de ne. Dengê tiving, top û mitralyozan, wekî ku tu xwê bikê êgir. Dê weledê xwe davêje. Ji dûmana tivingan, mijê girtiye ser Tinatê.

Leşkerên dewletê, li girê beramberî Tinatê top û mîtralyoz bicih kirine û bê navber me bombebaran dikin. Ji ber agirê topê, me nedikarî em pêş ve herin. Elîkê Battê ku di rêza herî pêş de, li ser piyan şer dike, ji nişka ve dengê xwe li leşkerên xwe kir û got, ka emê bibînin, bê kî di nav we de ewqas mêrxas e ku vê top û mîtralyozê bêdeng bike. 

Piştî ne bi gelekî, hem dengê topê û hem jî yê mîtralyozê qut bû û leşkerên dewletê û hevalbendên wan şikestin. Em her bipêşve diçûn û ew neçar diman xwe paşve bikişînin. Bi vî awayî, ji me re jî rê vebû ku em ber bi Midyad û Mizîzexê ve vekişin. Lewra biryar hate dayin ku em xwe bikişînin herêma xwe û amadekariyên şerekî mezintir bikin.

Piştî me da ser rê, Elîkê Battê got, ka ew mêrxasên ku top û mîtralyoz bêdeng kirin kî bûn? 

Şemûn keniya û got, bi serê biraziyên min Ûsiv û Nezîr, em Salihî û Domanî bûn. 

Elîk li ser vê yekê beşişî û got, ka isbatên te?

Şemûnê Henê Heydo, hema dûrbînek û cotek goreyên hirî yên neqişandî, ber bi Elîk ve dirêj kirin û got, ha ji te re dûrbên û goreyên qumandarê ser topê. Elîk rahişte dûrbîn û goreyan û got, ev gore bila diyariya qumandar bin û xistin xurcezîna ser hespê xwe.

Ti nabê, di nav wê qîr û qiyametê de, Şemûn, tevî çend mêrên Domanî û Salihî, xwe gihandibû ser topê û qumandar kuştibûn. 

Beriya em riya xwe bidomînin, Elîk her weha destxweşî li me hemuyan kir û got, îro jî me tofanek ji ser xwe rakir, lê hun dizanin ku riya me dûr û dirêj e.

Belê zarokên delal,

Piştî vî şerî, dewleta ku fermana Elîkê Battê û Hevêrkiyan rakiribû, bi hêzên mezintir ên leşkerî hate ser me. Û mixabin, di serî de beşek ji pismamên Elîk ji mala Osmên, hin eşîrên Torê jî alîkariya dewletê kirin. Dewletê bi zanîbûn, pismam li hember pismaman bikaranîn.

Roj û meh çûn û ‘taqîbata’ li pey Elîkê Battê jî dewam kir. Di dawiyê de, rojekê me bihîst ku dewletê û eşîrên pê re, li gundê Midihê dora Elîk girtine û piştî şerekî dijwar, Elîk hatiye kuştin.

Ev agahî li Torê zû belav bû. Lê kesî ji me bawer nedikir. Me ji xwe re digot, na lo, Elîkê Battê wê çawa were kuştin! Lewra, Elîk gelek rojên wilo bi qerqeşûn derbaskiribûn. Ew li herêmê efsaneyek mezin bû. Kesî ne dixwest vê yekê bawer bike.

Piştre me bihîst ku termê Elîk ji Midihê, ber bi Midyadê ve di rê de ye û nêzîkî li Mizîzexê kiriye. Ji xwe hun dizanin, rê di vir re, di nav Mizîzexê re derbas dibe. 

Şawşawe bi Mizîzexê ket. Kes di mala xwe de nema. Gelekan ji wan, berê xwe dane Kêlika Haco û rêya Şêxanê.  Pîr û kalên ku nedikarîn bimeşin, derketin ser banê xaniyan. Ez jî çûm û raserî çalên Dirba, nêzîkî rê, min xwe xiste pişt latekê û li benda karwanê cenaze mam. Piştî ne bi gelekî, serê karwan xuya kir.

Bi sedan leşkerên dewletê û hewqas jî hevalbendên wan, kişiyan û hey kişiyan. Kesek bi zik ve avêtine ser qantirekê û hevsarê qantirê di destê leşkerekî de ye. Ez bi baldarî lê dimeyizênim û ji xwe re dibêjim, wallah evê di nav vê lihêfa sipî de, wilo avêtine ser vê qantirê, ne Elîkê Battê ye. 

Dema karwan nêzîkî li min kir, hê gotina min di devê min de, wekî tu xencerekê li nava dilê min bidê li min hat.

Lingên Elîk ji nav lihêfê derketibûn û ew goreyên neqişandî yên qumandarê şerê Tinatê, hê di lingên wî de bûn. 

Termê Elîk li Midyadê, li ber serayê, di keleqija germa Tebaxê de, bi rojan daleqandî hiştin. Piştî gelek hewldanan, Faslê ya diya Elîk, bi alîkariya Mihemed Şerîfê Nehroz, termê kurê xwe, li beramberî sindoqek zêr ji dewletê kiri.

Bi kuştina Elîkê Battê re, di serî de mala Osmên, yekîtî û tifaqa Hevêrkiyan têkçû û serdemek zor û zehmet destpêkir.

Belê zarokên hêja!

Em îro jî gihiştin dawiya çîroka xwe. Lê hê gelek çîrokên me yên bêne gotin hene.

Heta careke din!

* Çavkanî: Bîranînên Behiya Nametê Şehîn...




Bi deng û kemança Miradê Kinê 'Şerê Tinatê'...

Nivîsên din ên Ihsan Battê
Wêneyên Mizîzexê