Ismetê Hiseynê Ferho

Bi gotinek klasîk bêjim: Apê Ismet li her deverê û di her mercî de li min xwedî derdiket. Ya rastî min jî, li bajêr jî, li gund jî pişta xwe bi wî qewî dikir. Şemsa xwişka min bû, bi du salan ji min mezintir bû. Li Qesrê jî zarokên kurr nebûn, ez bi tenê bûm û qîmetê min zêde hebû. Bi taybetî metika min Nurê, hevjîna apê Îsa yê Hemed, her sibeh kontrola taştiya min dikir. Hîna li ser taqê kavilê avaniya Haco, bang dikir û digot, “Medeniyooo, Fatimê çi daye te?” Min jî digot; “Ava germ da min.” Metika Nûrê, dengê xwe li diya min dikir û digot; “Fatimêê, gulokek nîvişk deyne ser nanê Medenî.” Piştî ku em bilitik bûn, ev nirx û qîmet nema, bavê min, her suxreya li ser piyan, li mal û nava gund, bi min û xwişka min Şemsa dikir. Gelek caran min zexelî dikir, Şemsa jî karê dikete aliyê min nedikir. Bavê min hêrs dibû, ji min bêhtir bi ser Şemsa hildibû. Dema ez dikeniyam, Şemsa hêrs dibû, digot, “dema apê Îsmet hat, ez ê giliyê te li ber wî bikim.” Şemsa, ev gotin bi dengekî bilind digotin û di bin çavan re li bavê min dinêrî. Ev jî dihate wateya ku ew jî, wê hawara xwe bigihîne apê Ismet... Apê Hecî Heznî (Osman) jî, heta zewicî piştgiriya min û Şemsa dikir, piştî zewicî, me piştgiriya wî winda kir. Lê piştgiriya apê Îsmet heta çû Mêrdînê dibistana lîseyê jî dewam kir.


Bercesê Battê, Evdilkerîmê Hesenê Evdê, Heznî (Osmanê Ferho), Seîdê Battê û Sebriyê Nicûda.

Apê Ismet, mîroveki bi meraq bû, dema tiştek dixwest, yan jî dixwest fêr bibe, bi înad li pey dikûdand.

Wê rojê, ji Midyadê hat, beriya rûne, bêhna xwe berde, peşek av, pariyek nan bixwe, got: “Ferho em biçin cem Keşe Gevriyê...” Bavê min, apê Heznî û diya min, bi meraq û çavên vala lê nerîn. Xwestin fêhm bikin; mijara sirgunkirina apê Ismaîlê Ferho, kê jê re gotiye, çawa û çi gotine, ji kê bihîstiyeê fêhm bikin. Beriya pirs bikin, apê Ismet got; “Dibêjin ew û apê Ismaîl hevalê hev bûn, ew çîrok û rastiya surgunkirin-mişextîkirina wî baş dizane.” Bavê min got; “Ismet birayê min, ez jî dizanim, raweste, bêhna xwe berde, peşek av, pariyek nan bixwe, ez ê wê çîrokê ji te re bêjim.”

Apê Ismet;

-Tu tiştekî ji min re nabêje, te heta îro tiştek ji min re negotiye, te yek çîroka di kursiyê Keliha Qesrê de çêbûye, ji min re negotiye. Kavil di nava mij û morana bûyerên dîrokî de dinalin, hîna bêhna barûda topan ji nava taq û dîwaran difûre... We bi xwe digot, her kevirek bi mistek xwîna bav û kalên me hatiye avdan. Xuya dike ku hun li hemberî wê xwînê xemsar in. Lê, ez van çîrokan ji jinan, ji zarokên bi wan re dilîzim dibihîzim. Ti jî, Heznî jî ketûm in û tiştekî ji min re nabêjin. Dema dipirsim jî hun gotinê diguherin. Niha jî hun dixwazin pirs bikin; kê got, te ji kê bihîst, em dizanin, em ê çîrokê ji te re bêjin, filan bêhvan û hunê mijarê biguherin. Apê Derwêş jî dizane, lê we heta îro ji min re ne got. Çima? Ji ber ku hun çîrokan di tarîyê de dihêlin, li gorî we, hun qenciyê bi min dikin. Na birayên min na, ev ne qencî ye, kor kirin e. Kesê dîroka malbata xwe nizanibe, dîroka civaka xwe jî nizane û xeşîm dimîne. Vêce ji we re dibêjim, min xewnek dît, di xewnê de apê Ismaîl di guhên min de got, biçe cem keşe Gewriyê wê çîroka min ji te re bêje. Erê dibêjim, ne pirsan bikin û ne behaneyan derbixin pêşiya min, em ê biçin cem keşe Gewriyê, hun neyên jî ez ê bixwe biçim.

Gotinên dawî yên Ismet, rewş guherîbû, cihê gotinan nemabû. Dizanîbûn, keşe Gewriyê bi her kesê ku li deriyê wî bixe re rûnane û na axive. Her dem mijul e, li mal bi pirtûk û amûrên astarzaniyê mijul e, di rê de, di tefekkur ku hin kes dibêjin, “bi fikir û hewngîriya bi efsûnên pirtûkên cihuwan dagirtî mijul dibe, kesî nabîne”, dema di kolanên gund de dimeşe jî, bi destê xwe bersivê dide silavên xelkê, ji bo bikaribe bibe zimanê tiştên winda û jibîrkirî, difikire. Dixwest mij û morana xeşîmên dîrokê, heta bi serdama avakirina cîhana gewrik zelal bike û dema digot, sibe “şilî” ye û gundî ji karên rojane şiyar dikirin, bibe bersiva jiyanê. Tenê Mirxanê Simo, weke ku gotinên ji devê keşe Gewriyê zemt kiribin digot; “Keşe Gewriyê, dixwaze mij û morana li ser sûc û gunehkariyan belav bike û her tiştî eşkere bike. Dibêje; mij û moran, hem civakê kor dike, hem lehengên civakê winda dike, eşkerekirin, bi xwe cezakirina gunehkaran e!...” 

Bavê min, hemû kêrên biçûk û mezin kom kirin û got; Em ê bi behaneya çerxa kêran, yanî tujkirina kêran biçin Mala Keşe Gewriyê. Eger em bi behanekê neçin, ji nişka ve dernekevin pêşberî keşê û nekevin nava sînor û tixubên bîranîn û serpêhatiyên wî, nê pêkan e em bikaribin wî bibînin û pê re rûnin. Ferho I. dema qesra xwe avakiribû, bircika di anîşka qesrê de jora wê kiribû kîler, jêra wê jî kiribûn kadîna Derwêşê Esedê bira. 


Mûredê Keşê, li ber kûrika kêran..

Sê kurên Keşe Gewriyê hebûn, Efrem, Skender û Mûred... Skender riya “muneccîm”tiya bavê xwe bijartibû, Efrem û Mûred bûbûne hostayê kêran... Birayê mezin Efrem mala xwe ji tarikê, tara ku bavê wî, xizmên wî lê rûdiniştin, biribû aliyê jora tara mala Izêr, li pêşberî şewlê fereh yê di navbera Kolik û Qijikê de, xaniyek avakiribû û tê de bi cih bûbû. 

Di ketina deriyê hevşê de, li anîşka eywana ku Mûred kiribû atolyeya çêkirina kêran, rastî Skender hatin. Pêşî li Keşe Gewriyê pirsîn. Got, “li mal e, îro derneket, ez ê bêjim, Ismetê kurê Hiseynê Ferho hatiye, dixwaze te bibîne, ewê bêje bila werin. Bavê min her dem dibêje, du serdem hene ku li Turabdîn, di ti wext û deman de, xetên tarî û reş serdest nebûn, gur û mî bi hev re diçêriyan. Yek serdema Şaboyê Mûred bû, yek serdem jî serdema Hiseynê Ferho bû. Dibêje, kopalekî Hiseyn ji dara gwîzê hebû, dema li erdê dida, di her lêdana wî kopalî de, edalet şîn dibû. Lê romî hatin, bi barûdê mirov şewitandin, bi risas, kevir û taqên bi keviran hatibûn avakirin parçe kirin. Resmê îro ku em dibînin û dijîn encama wan rojan e. 

Bavê min, ji Skender re got;

-Skender, divê tu dewsa bavê xwe bigire, ew hem “muneccîm”e, weke hişê civakê ye, hem “hekîm” e, li kû derê nexeşek hebe, dixwaze bibe derman ji wî nexweşî re, ne weke hemû keşe û melfonoyan e, derkenarên wî, situnên dîroka Turabdîn'in, tu tenê wan derkenaran kom bike, tê bibe perperîka ronahiya civakê.

Skender ciddî;

-Ferho, zimanê min, perwerdehiya min, têra xwendin û nivîsên bi xet û şiklê cûreyî hatine nivîsandin nake, têra destnîşankirina sirr û razên ruhên nexşeyên bi rengîn hatine çêkirin nake... 

Bavê min Ferho, kêrên ji bo çerxê anîbûn teslîmî Mûred kirin.

Piştî sohbetek kin, bûka malê, Qutso hat, got; Min çayê çêkiriye, lê xezurê min got, bere werin jor, em ê çayê li jor vexwun, kerem bikin biçin jor, xezurê min li benda we ye.

Qutso, hevjîna Mûred bû û ji Zazê bû.


Qaşo Gewriyê

Em çûne jor, Qaşo Gewriyê, weke her car bi pirtûkan mijûl bû.

Piştî em runiştin, li me nerî, beşîşî û got; “Dema li we dinerim Hiseyn tê bîra min. Hiseyn mirovekî heyf bû, axayekî ji xwe zêde bû, ew sembola edalet û heqiqetê bû. Piştî van gotinan weke di nava bîranînan de biçe û were, keserek berda û got; “Li Qesrê, Derwêşe Esed û Ismailê Ferho hevalê min yê zarokatiyê bûn. Derwêş û Ismaîl du kesayetên ziddê hev bûn, ez jî kesayetek di navbera herduyan de bûm. Derwêş, weke navê xwe derwêş bû, ÎIsmaîl jî netepte bû û her dem dixwest bibe lehengek û ji bo wê jî serê xwe dikire belayê. Piştî bûyerên Şêxên Nehrî û demekê, li herêmê şawşaweyek nû û girtinek mezin dane destpêkirin. Paşayên Osmanî, hem zabitan û hem mutasarifan, furya-seferberiya derdestkirinê dane destpêkirin... li Midyadê, Merdînê, Qulpê, Sêrtê, Amed û tehavahiya herêmê, begên Mihelmiyan jî di nav de, gelek axa û kesayet girtin û birin. Ji mala Milî, ji Beraziyan, ji axayên Xerzan, axayên Reşkotan, Alikan, Pencînariyan, Rema û ji Kercews û Midyadê gelek kes hatin girtin. Mala Osman teslîm nebûn, tenê Ismaîl hate girtin. Ismaîl jî, hîna zarok bû, xeta simbêlên wî nû nû rast dibûn... Ismaîl ji gund derneket, lê xwe vedişart. Geh li mala me bû, geh li mala Celo, yan jî li mala Hirmiz dima. Malên ku eger avêtina ser malê çêbibe, dikaribe birevê dibijartin. Li mala me jî, ji pêş ve ketin hebû, ji paş ve kulekek veşartî ya revê hebû. Wê rojê, ji mala Hirmiz derket, xwest xwe berdê nava Tarikê, di anîşka mala Sefo de, li hidama deriyê Mala Dinyê, ew û romî tîqe tîqe rastî hev hatin. Girtina wî bi vî rengî û tesadufî çêbû. Demek dirêj aqubeta wî jî ya hemû girtiyên din jî ne diyar bû. Piştî çend salan, Axayê eşîra Dêreverê Isa Hemo axa hate gund, li mala kalikê we Ferho bû mêvan û got; “Kurê min Şikrî û kurê te Ismaîl bi hev re li Armalo li surgunê ne.

Keşe Gewriyê rawestiya, serê xwe hejand û got;

-Piştî gelek salan, Ismail ji sergomê-mişextiyê vegeriya, jiyana wî xortê qelqoyî, belakir û şerxwaz, bi dilovaniya Rab-teala hatibû dagirtin. Hingî min fêhm kir ku bûyerên civakî, bandorê li kesayeta mirovan dikin.

Apê Ismet, destê xwe ber bi pirtûkên qalind û cildkirî, kaxetên tomarî ve dirêj kir û got; Qaşo, nivîsên xwe yên derkanarên van pirtûkan neveşêre, li defterekê kom bike, yan jî li li kaxezan binivîse û cild bike. Hun hem alim in, hem hekîm in û we ew tofana dojehî ya Seyfo jî dîtiye û jiyaye. Van bîranînan û nirxandinan bike malê civakê.

Keşe Gewriyê, li wan nerî, piştre;

-Ezê bibîranîneke xwe ji we re bibêjim. Ez ji gundê Hexê nû vegeriya bûm, min li wî gundî ders dida zarokan. Rahmetiyê Hiseyn ji min re got; Dersan bide zarokên me jî. Ez hem şaş bûm, hem keniyam, piştre min got; Mele Bekir qebûl nake ez dersan bidim zarokên we. Ji xwe ew dersan dide zarokan.” Got, Melfono Gewriyê, tu zimanê Aramî, Farsî û dîrokê fêrî zarokan dike, ez tamahiya vê dikim. Axir ez vegerim ser mijara ku hun behsa wê dikin: Li vê cîhanê, 3 cûre mirov hene: Yek, mirovên ji ser rûwê erdê ketine, ew qereçî ne, lingê wan erdê nagire... Cûreyê duyemîn jî, mirovên li ser rûwê erdê dijîn, ew beşê mirovan axê dibijêrin û axê dikine dost.... Ev cûre mirov bi keda xwe xwêdanê dirijînin ser rûwê erdê... Beşê sêyemîn jî xwînê dirijînin, ew jî cîhanê ji rewşek jiyana bi rûmet dûr dixin...

Hinekî rawestiya, berê xwe da Ismet û got;

-Hiseyn navê Ismet belaş li te nekiriye, tu jî weke navê xwe tevdigere. Te behsa Seyfo kir. Ez ê kin bi yek mînakê behsa seyfo bikim. Piştre destê xwe bi pirtûkên qalind û cildkirî ve dirêj kir. Ev her du pirtûk, pirtûkên dîrokî ne û bi nirx in. Pirtûkek ya Sadeddîn-i Hammuye ye, ya din jî pirtûka Reşîd Hamadanî ye. Her du pirtûk jî, behsa serdema êrişên hêzên Mogolî dikin. Dibêjin: Di sala 1285an de, hêzên Mogoliyan êrîşî Farqînê kirin. Melîkê Farqînê Melîk Muhammed Kamil Eyubî, Kurd, Suryanî û Mihelmî anîne cem hev, yekîtiyek xurt ava kir û dest bi berxwedanek mezin kir. Hê ji wê serdemê û beriya wê jî, Kurd û Suryanî bira ne, bi hev re û di nava yekîtiyek dilsoz de, vê axa pîroz diparêzin. Mixabin di dojeha seyfo de, Kurd, weke bav û kalên xwe, weke pêşiyên xwe tevnegeriyan. Vêce, bi kurtasî dibêjim, naverok jî, rastî jî ev e. Lê zanibin ku kesên bi îman û baweriya kamil, her dem li dijî zordestan serdikevin.

Di vegerê de, bavê min got:

-Ismet te baş kir te em birin cem Keşe Gewriyê

Apê Îsmet, rawestiya, wek her carê beşışî, serê xwe ber bi aliyekî de tewand û got; Qaşo Gewriyê, bi du-sê hevokan û yek mînakê, hem dojeha seyfo, hem rewşa Kurdan, hem bûyerên dramatîk vegotin. Mirovê mirov be, hinekî bi aqil be, bifikire, wê ji va çend hevok û mînakan, dîroka firman û qirkirinê, bûyerên dramatîk û xiyaneta li hemberî gelê Suryanî fêhm bike.

Nivîsên din ên Medenî Ferho
Wêneyên Mizîzexê