Tevî ku gelek kurdên musilmanbûyî, di dema fermana suryanî/ermeniyan de, li cem dewleta wê demê cih girtin û bûn hevkarê vê komkujiyê, gelek serokeşîr û kesayetên din ên kurd, hem li dijî vê biryara dewletê derketin û hem jî, dema ferman pêk hat, gelek kristiyan parastin. Bi taybetî, kurdên êzdî di vê derbarê de texsîrî nekirin.

Wekî mînak, Şêx Fethullahê Inkafê, ji mala Osmên; Elîkê Battê (I), Çelebî, Haco (III), Serhan, Xelîlê Battê, Hemed, Hiseynê Ferho, Smayîlê Ferho, lehengê Hevêrkî Şemûnê Henê Heydo, Gewriyê Zazî û gelek kesên din î Hevêrkî, piştî ku Elîkê Battê, di civîna dewletê ya li Êstilê de got: Ez qebûl nakim kes dest bidê Suryaniyan, hemû avêtin zindana Xerpêtê.

Ev girtina serekên mala Osmên û kesên wekî Şemûnê Henê Heydo, wekî amadekariyên destpêkê yên fermanê têne nirxandin. Di dema fermanê de, zaroyên Osmên hemû di zindana Xerpêtê de bûn. 

Hêjayî bibîranînê ye, çawa Elîkê Battê û Şemûnê Hennê Heydo, ji zindana Xerpêtê firar kirin (1917), dest bi xurtkirina serhildana Mêrdînê kirin ku di nav de, di serî de êzdî û suryanî, gelek bavik û eşîrên Tora Hevêrka, cih girtin. 

Gewriyê Şabo, neviyê Mesûdê Mîrza, ku wekî 'generalê berxwedana Êwertê' ya wê demê jî tê binavkirin, beriya malavayiyê li jiyanê bike, di vê girtevîdeoya li jêr de, behsa wan rojan dike.

Gewriyê dibêje: Di dema fermanê de, nêzîkî 250 zarok, jin, pîr û kalên me, ji Diyarbekirê reviyan Binyaxetê (Sûrî). Lê li wir jî nevehewiyan û xwe li Şingalê girtin. Serekê Şingalê Şêx Hemoyê Şerro camêrî kir û tevî hemû hewldanên axa û şêxên ereban jî, ew radest nekirin û jiyana wan rizgar kir.

Hêjayî gotinê ye, Gewriyê, ev agahî, li Stenbolê, ji devê kesê bi navê Cello bihîstine ku ew bi xwe, tevî birayê xwe, di nav van kesên xwe li Şingalê girtibûn de bûye.

Gewriyê Şabo her weha dibêje; Gelek qenciyên êzdiyan li ser me hene, emê ti carî jibîr nekin û dibêje: Min jî carekê, gundê Kîwexê ji êrişeke mezin rizgar kir. 

Li gorî gotina Gewriyê, di wan deman de, li gundê Qesirbelekê, mêrek ji mala Elîko yên Êwertê tê kuştin û dixin stuyê Kîwexiyan. Li ser vê yekê, Hiseynê Çelebî û gelek serekên bavikan ên Nisêbînê xwe amade dikin êrişî Kîwexê bikin. Beriya êrişê, Şêxmûsê Çelebî û Gewriyê Şabo, navbeynkariyê dikin, fikra Hiseyn diguherin û bi vî awayî, Kîwex ji êrişeke mezin rizgar dibe.

Têbinî: Ev hevpeyvîn, li welatê Elmanya, ji aliyê Matay Gabrîel ve, ji bo www.mizizah.de hatiye kirin. Em ji nû ve montaj û parve dikin.

Amadekirin: I. Battê

Navdarên Hevêrkî
Wêneyên Mizîzexê