Hevpeyvîn: Nemir Şingalî çîroka kuştina Cimo vedibêje
Ev hevpeyvîn, ji aliyê Elyas Qîranî ve, li Çiyayê Şingalê hatiye çêkirin.
Mam Nemir Şingalî, behsa kuştina Cimo ji aliyê Elîkê Battê ve û her weha firarkirina Elîk û Şemunê Henê Heydo ji zindana Xarpêtê dike.
Ferîda Zeytin: Ax welato, ez qurbano welato..!
Ferîda Zeytin: Kesê axa xwe berdidin, li axîretê jî cih ji wan re nine.
Dastana Elîkê Battê - Rêşad Sorgul
Dastana Elîkê Battê bi dengê Rêşad Sorgul...
Goreyên Qumandar û Elîkê Battê
Nametê Şehîn: 'Gelekan ji gundiyan berê xwe dane Kêlika Haco û riya Şêxanê. Min jî raserî çalên Dirba xwe xiste pişta latekê û li hêviya karwan mam.
Bi nêzîkbûna eskeran re min dît ku kesek di nav lihêfekê de, bi zik ve li qantirekê siwarkirine û lingên wî xuya dikin....'
Rojên dawî yên Çelebiyê Osmên li zindana Entabê
Çeçanê Haco: "Tevî ku amê min Çelebî nexweş bû, textoran ew bê derman, nan û av hiştin. Di navbera me de dubendî jî hebû, lê heta sed salî din jî, di nava kurên Osmên de, yekî wekî Çelebî ranabe."
Hevpeyvîn: Selîmê Battê behsa hatina Mizîzexê ya Mala Osmên dike
Selîmê Battê: 'Gundê Mizîzexê, di sedsala 1700î de, zivinga Şivqetayên kurdên êzdî bû.
Mala Osmên ku ji Zaxuran çûn bi hawara Mîrê Mihelmiyan ve, piştî şikandina êrişa Osmaniyan, wekî nûnerên Mîrê Bohta li Mizîzexê bicih bûn.
Gewriyê Şabo: 'Hemoyê Şero, sala fermanê bi sedan Suryanî parastin'
Di dema fermana Suryanî/Ermeniyan de (1914-1915), gelek kristiyan, ji aliyê kurdên êzdayî ve hatin rizgarkirin.
Gewriyê Şaboyê Mîrza dibêje; Şêx Hemoyê Şerro, camêrî kir û bi sedan suryaniyên ku xwe li Şingalê girtibûn, parastin.
Elîkê Battê (II) û qewêtiya wî...
Gotina wî, “hun dixwênin, baş bixwênin, di xwendinê de bere lingê we erdê bigire. Binerin, ez nabêjim bere lingê we refik bigire, dibêjim bere lingê we erdê bigire. Du gotinên ji hev cûda ne; lingê erd bigire, sermiyantî ye, pêşengtî ye, lingê sefik bigire, meslahat û debara rojane ye.”
Kelam-î Ismetname: Apê Ismaîl û Keşe Gewriyê
Apê Ismet mîroveki bi meraq bû, dema tiştek dixwest, yan jî dixwest tiştekî fêr bibe, bi înad li pey dikudand.
Wê rojê, ji Midyadê hat, beriya rûne, bêhna xwe berde, peşek av vexwe, yan pariyek nan bixwe, got: “Ferho em biçin cem Keşe Gewriyê...”
Helbest: Behara sala par, roj di esrê çûbû xwahr
Selîmê Battê, ku gelek helbestên Cegerxwîn ji ber dizanîn, di vê vîdeoyê de, helbesta "Behara Sala Par" dibêje..
Lêkolîn/Hevpeyvîn: Di belgeyên Osmaniyan de Serhildana Elîkê Battê
Lêkolîner Keremê Serhedî û Seîdê Battê, bi belgeyên ji arşîva Osmaniyan hatine bidestxistin, Serhildana Elîkê Battê vedibêjin.
Yek ji rûpelên reş di dîroka Mala Osmên de: Kuştina Xelîlê Battê
Dewleta Osmanî ku piştî şerê cîhanî lawaz ketibû, ji bo xwe li ser piyan bigre, li herêma Mêrdînê jî, li hember serhildana kurdan, serî li perçekirina eşîr û malbatên kurd ên bi hêz da. Aliyek kişand aliyê xwe û li hember aliyê din bikar anî. Mala Osmên ku serkêşiya Konfederasyona Hevêrkan dikirin jî di vê demê de bûne du beş û dest bi kuştina hev kirin.
Dîroka Hevêrkiyan: Dîroka menfî û sirgûnan
Di belgeyekê de ku di van rojan de derketiye holê, eşkere dibe ku her weha di sala 1949ê de, di serdema Komara Tirkiyê de jî, hejmarek ji endamên malbata Battê, ji aliyê dewletê ve sirgûnî Binxetê bûne.
Belgevîdeo: Evdilkerîmê Eliyê Remo
Çîrokbêj, nivîskar û rojnamevan Ayhan Erkmen, xebata xwe ya ku gelek jê tê hezkirin, çêkirina belgefîlmên li ser navdarên kurd, bê navber didomîne.
Di belgeyên ingilîzan de Konfederasyona Hevêrkan
Koma Hevêrkiyan (Konfederasyona Hevêrkiyan) ji hejmarek eşîrên kurd pêk tê ku li rojhilatê Qeza Mîdyadê û li rojavayê Qeza Cezîra îbn Omer (Cizîra Bohtan) dijîn. Endamên van eşîran bi giranî Sunnî ne, lê di nav wan de hin Xirîstiyanên Yaqûbî û Êzdî jî hene.
Bi Keşe Ado re li ser bêrîkirin û hesreta paşerojê
Min got, "ez dizanim ew çûne, ez îro hatime û li halê wan î beriya bi deh salan digerim." Keşe matmayî li min nerî, xwe xaç kir û navê Îsa got. Bi çavên xwe yên pîr, mîna kû li dînekî binerê, ji serî heta binî li min nerî. Piştre dema bawer kir ku ez nedînim, beşişî û...
Hevpeyvîn: Ûsivê Elîkê Battê behsa Șerê Tinatê û Midihê dike
Beşê duyemîn yê hevpeyvîna rojnamevan Jîr Dilovan ku sala 1991ê bi Usivê Elîkê Battê re kiribû.
Di vî beşî de: Firarkirina Elîkê Battê û Şemûnê Henê Heydo ji zindana Xerpêtê, vekirina hepsa Nisêbînê, Şerê Tinatê û Midihê..
“Mala minê, tu ji min re nebûyî Siltana Serhên..”
Jinên herêma Torê, di hemû beşên jiyanê de, her tim barekî mezin dane pişta xwe. Lê yek ji van jinên çeleng heye ku jê re tê gotin; şêrejina Çiyayê Bagokê, Siltana Serhên, hem jin, hem mêr e..
"Te ne keştiyek û ne jî rêyek heye.."
"Li çi bajarên din negere, ev bajar wê dev ji te bernedê..
Te ne keştiyek û ne jî rêyek heye..."
Kêra kalanî ya bi nav û deng a Mizîzexê
Di dîroka şaristaniyê de gelek nirx hene ku di jiyana mirovahiyê de xwedî ciyekî mezin in. Yek ji wan jî kêr e.
Bahram Haco: Cihên bê reng di tabloyên min de nîşana tenêtiya mirovan e
”Piştî meşeke pênc deqeqeyî em gihiştin studyoya Bahram Haco, ya tijî tablo, hinek qediyayî û hinek jî li ber qedandinê. Min dest bi lêkolîna portreyan kir, ku tê de fîgurên kesên tazî, wekî ku di bin azar û êşkencê de bin. Hin ji wan jî dişibin kabûsên tijî êş û xerîbî.”
Kurtedîroka Konfederasyona Eşîran - Hevêrkan
Selîmê Battê, beriya malavayiyê li jiyanê bike, di vê hevpeyvînê de, kurtedîroka Konfederasyona Hevêrkan vedibêje:
"Sînorê Tora Hevêrka, li rojava ji Qilitê vedigerê. Li qublet, heta bi hesinê trênê, xeta navbera binxet û serxetê. Li rojhelat; digihijê Newala Hedilê, sînor li wir heta bi herêma êlên Mema, Sohra û Hevêrînê ye. Ji aliyê herêma Dekşûriya ve, Hevêrka heta bi Qamê Selhê ye û li bakur jî digihijê heta bi Ava Mezin (Dîcle), sinorê Mala Eliyê Yûnis.
Robîn Hood ê Torî: Evdalê Zeynalê Kêlo
Evdalê Zeynêl, egîdekî Mizîzexî, ji mala Kêlo ye. Xwediyê gurzê simbêla, siwarê hespê şînboz, ev zend û bendên wî ne! Ew ji xeynî şûr, mirtal, tîr û kevanan ti sîlehan bikar nayêne û xurcezîna li ser hespê wî, ji gurzê tîran xalî nabe.
Şerê Taqa û binxetbûna Hevêrkiyan
Di dawiya sedsala 18ê de, li herêma Mêrdînê, yek ji hêzên sereke yên girêdayî Mîrîtiya Bohtan, konfederasyona eşîran Hevêrkan bû.
Axa, Şêx, Dewlet - Martin Van Bruinessen
Ev pirtûka Martin van Bruinessen, xwe dispêre yekemîn û berfirehtirîn lêkolîna meydanî ya li ser Kurdan hatî amadekirin.
Dargeçît TV li Mizîzexê bû
Televizyona Kerboran, Dargeçit TV ku li ser YouTube weşanê dikê, rêzebernameyên xwe ku di wan de gundên Herêma Torê dide nasîn, didomînê.
Hunermendên ji Tora Hevêrka - 1
Hejmarek stranên bijarte yên hin hunermendên ji Herêma Tora Hevêrka...
Di belgeyên Ingilîzan de buyera kuştina Elîkê Battê
Li herêma Tora Hevêrka jî gelek eşîr û malbatên kurd ên xwedî hêza tekoşînê, tevî ku di destpêkê de bi hev re gavên girîng jî avêtine, di encama siyasetên serdestan de bi hev ketin û zerar û ziyanek mezin dane xwe û doza xwe.
Ji devê Ûsivê Elîkê Battê kuṣtina Haco li Çiyayê Mava
Ev hevpeyvîna ku 33 sal berê, ji aliyê rojnamevan Jîr Dilovan ve hatiye kirin, sala 1993yê di rojnameya Welat de hatibû weşandin.
Mizîzex Online
Belgevîdeo: Hesenê Haco
Belgefilmek li ser jiyan û tekoşîna yek ji rêberên Konfederasyona Hevêrka, Hesenê Haco.
Sida 1 av 2


