
Ji devê Selîmê Battê, li ser hatina Mala Osmên a Mizîzexê.
Li derdora dawiya sedsala 1700î û destpêka 1800î, Herêma Tora Hevêrka, di navbera Mîrê Bohta û Mîrê Mihelmiyan de hatibû dabeşkirin.
Mala Osmên, wekî nûnerê Mîrê Bohta li Zaxuranê ne. Di vê serdemê de, êrişên dewletê hem dihatin ser Mîrê Bohta û hem jî ser Mîrê Mihelmiyan. Di navbera her du mîran de peymana hevkariyê hebû.
Di dema êrişekê ji van de, zaroyên Osmên, wekî nûnerên Mîrê Bohta, ji Zaxuran diçin alîkariya Mîrê Mihelmiyan. Di encamê de, leşkerên Osmanî dişkînin û heta bi binya Mêrdînê didine pey wan.
Li ser vê yekê Mîrê Mihelmiyan ku mêrxasiya wan a di şer de dibîne, ji zaroyên Osmên re dibêje, ‘êdî venegerin Zaxuran, baştir e hun herin li Mizîzexê bicih bibin. Ew der hem navenda komkirina hasilê ye, hem lê şikeft hene û hem jî nêzîkî vê herêmê ye ku gelek êriş têne ser.’

Hêjayî gotinê ye, hasila hemû herêma Torê li Mizîzexê dihate komkirin û di navbera Mîrê Bohta û Mîrê Mihelmiyan de dihate dabeşkirin.
Ev daxwaza Mîrê Mihelmiyan, ji aliyê Mîrê Bohta ve jî hate erê kirin û Mala Osmên bi vî awayî li gundê Mizîzexê bicih bûn.
Di wê deme de li Mizîzexê, hejmarek malbatên Şivqetî, ên kurdên êzdî û derdora 15 malên Mihelmiyan hebûn. Li gorî gotinan, ev ziving, a Şivqetiyan bû û Mîrê Mihelmiyan, ev çend malbatên xwe, bêyî daxwaza Şivqetiyan li Mizîzexê bicih kiribûn. Lewra, di navbera her du aliyan de gelek caran nakokî jî derdiketin. Şivqetî, hem li Kemcarê (zivingek li kêleka gundê Xerabya) û hem jî li Mizîzexê diman.
Piştî hatina Mizîzexê ne bi gelekî, zaroyên Osmên dibêjin, ‘çima em vê hasilê hemuyî kom dikin û di dawiyê de bi Mihelmiyan re bi nêvî dikin’ û Mihelmiyan ji gund derdixin.
Li ser vê yekê, Mîrê Mihelmiyan komê radike ser Mizîzexê, lê Mala Osmên êrişa Mihelmiyan dişkînin. Li binya Mizîzexê, li herêma Qeyasa, nêzîkî bîst mêrên Mihelmiyan dikujin û heta bi Êstilê didine pey wan.
Piştî vê buyerê, Mîrê Bohta ku tê Mizîzexê, ji Mîrê Mihelmiyan re dibêje, êdî kurd û mihelmî li hev nakin, baştire em herêmê ji hev cuda bikin. Bi vê peymanê, sînorê navbera kurdan û mihelmiyan dibe Qesra Nûriyê Ezîz, navbera Midyad û Êstilê. Bi vî awayî, êdî temamiya herêmê û hasila wê, dikeve destê Mala Osmên.

Mala Osmên her ku diçû li herêmê bi hêztir dibûn, lê zêde dom nekir, di navbera wan û Şivqetiyan de jî nakokiyan destpê kir.
Şivqeta ji bo ku ji xwe re bikin pişt, ji gundê suryaniyan Êwertê hejmarek malbat anîn gund, şikeft û erd dane wan. Mala Osmên jî li ser vê yekê, ji gundên Basaqê, Erebanê, Kiferbê û Zazê malbatên suryanî anîn û li Mizîzexê bi cih kirin.
Dubendiya li Mizîzexê, demekê di navbera her du aliyan de dom kir, lê Mala Osmên ne tenê li Mizîzexê, li hemû herêmê serdestiya xwe xurttir kirin û bûn malbatek ku di çend sedsalên dawî de, mohra xwe li dîroka Herêma Tora Hevêrka dan.
Mala Osmên û Şivqetiyan di dawiyê de li hev kirin û di gelek şeran de, bi hev re herêm jî parastin. Lê piştî herivîna Mîrîtiya Bohta, sala 1847ê, li Herêma Tora Hevêrka, dubendiya ku li ser desthilatdariyê kete nava Mala Osmên, bi dehê salan dom kir, bû sedama gelek buyer û nakokiyên li herêmê.
Amadekirin: I. Battê - Sala 2008ê/Swêd
*"Mextelên Mihelmiyan" ên li herêma Qeyasa, binya Kurê, yên ji wê demê ne.


