Robîn Hood ê Torî: Evdalê Zeynalê Kêlo
- Uppgifter
Evdalê Zeynêl, egîdekî Mizîzexî, ji mala Kêlo ye. Xwediyê gurzê simbêla, siwarê hespê şînboz, ev zend û bendên wî ne! Ew ji xeynî şûr, mirtal, tîr û kevanan ti sîlehan bikar nayêne û xurcezîna li ser hespê wî, ji gurzê tîran xalî nabe.
Lehengê Hevêrkî: Şem'ûnê Hannê Heydo
- Uppgifter
Di van salên dawî de, li ser kesayet û buyerên dîrokî li herêma Mêrdînê, çi baş û çi xerab, gelek lêkolîn têne kirin. Bi taybetî Herêma Tora Hevêrka ku tê de gelek bawerî û netewên cuda lê dijîn, gelek mijar li benda vekolînkirin û zelalkirinê ne. Her weha girîng e ku qehreman û lehengên herêmê ku di van serdeman de rolek mezin leyîstin e, bêne naskirin.
Kurtedîroka Konfederasyona Eşîran - Hevêrkan
- Uppgifter
Selîmê Battê, beriya malavayiyê li jiyanê bike, di vê hevpeyvînê de, kurtedîroka Konfederasyona Hevêrkan vedibêje:
"Sînorê Tora Hevêrka, li rojava ji Qilitê vedigerê. Li qublet, heta bi hesinê trênê, xeta navbera binxet û serxetê. Li rojhelat; digihijê Newala Hedilê, sînor li wir heta bi herêma êlên Mema, Sohra û Hevêrînê ye. Ji aliyê herêma Dekşûriya ve, Hevêrka heta bi Qamê Selhê ye û li bakur jî digihijê heta bi Ava Mezin (Dîcle), sinorê Mala Eliyê Yûnis.
Ansîklopediya zarokan
- Uppgifter
Ansîklopediya Zarokan pirtûkeke zarokan a bi swêdî ye, ku ji aliyê Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter û Ali Çiftçi ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji aliyê Weşanxana Apec'ê ve weşandin. Wênekêşê ansîklopediya swêdî ji bo pirtûkê wêneyên orjînal çêkirine.
Pel 5 ji 5






























