Konfederasyona Hevêrkan ku girêdayî Mîrîtiya Bohtan bû ji kurdên êzdî, kurdên musilman û ji suryaniyên kristiyan pêk tê. Serokatiya konfederasyonê gelek caran dest guhertiye, lê di 150-200 salên dawî de, mala Osmên ku bi eslê xwe ji Ken`anka yên Zaxuranê ne, pêşengtî kirine û navend jî gundê Mizîzexê bû.
Sînorên Tora Hevêrka
Sinorên Tora Hevêrka, li rojava ji Qilitê vedigerê. Li qublet, heta bi hesinê trênê, xeta navbera binxet û serxetê ye. Rojhelat, digihijê Newala Hedilê. Sînor li wir heta bi herêma êlên Mema, Sohra û Hevêrînê ye. Ji aliyê herêma Dekşûriya ve Hevêrka heta bi Qamê Selhê ye û li bakur jî digihijê heta bi Ava Mezin (Dîcle), sinorê Mala Eliyê Yûnis.
Herêmên girêdayî Konfederasyonê
Mizîzex (navenda konfederasyonê)
Yekser girêdayî Mala Osmên bû. Ji gundên Mizîzexê, Kevnasê, Dênwanê, Qertmînê, Zînewlê, Xirbihê Alêtê, Taqa, Xerabya û Êwertê pêk tê. Di vê herêmê de Ernas, Selhê, Batê û Hepisnas jî hene ko Mala Şemê û Mala Temir mezinên wan bûn.
Delmemika
Kevirzê, Xanika, Helex, Behwar û hinek zivingên biçûk, heta bi Zêliyê, Kerkin, Êsê, Kiferbê. Mezinê Delmemika Mala Smayîlê Werdê li Kevirzê ne.
Alika
24 gundên Zaxuran. Navenda Zaxuran Xerabê Reş e. Mezinên Zaxuran Kin'anka (Kenanka) ne.
Ji xeynî van gundan, 12 gundên Seyîdan jî girêdayî Zaxuran bûn. Serdêfê, Kefsengê, Gundikê Xecê, Gundikê Elîyo, Bamezrût, Şeta û Bêla, Zaz, Hax, Dêrik, Derikfan, Xerabê Qesrê û Hermês jî gundên Alika ne. Mala Ezem (Cimo) û Mala Evdile (Hito) mezinên Alika ne.
Erebiya
Mezinê Erebiya, Mala Evdilkirîmê Eliyê Remo ne. Deywan, Kerboran, Şibêbî, Gêra Cahfer, Zêwik, Herdex, Zivinga Çêlik, Çêlik, Basiqil, Miştê, Banê Hebanê, Kopraz, Derêca, Hetma, Zengan, Amara, Germav û Merané dikevine herêma Erebiya. Li vê herêmê Xelîlî jî hene û xwe weke eşîreteke xweser dibînin.
Beravî
Nêzîkî 30 gundên herêma Beravê hene. Dêrhav, Xendûk, Miştê, Kefer Elb, Batêrgiz hinek ji wan in. Mezinê wan Mala Osmanê Xelîl in ko li gundê Zazê rûdiniştin.
Omerka
Li derûdorê Newala Hedilê (Cehennem Deresi) weke gundên Îwan, Ancikê, Sêmalka, Serêkanîyê, Memedora, Dînara, Gizrê, Gelîkur, Ezdîna, Werzikê û Roverê gundên Omerka yên li Kerboranin. Mirik, Hedil, Hespist û Fîl jî gundên Omerka ne. Mezinên Omerka, Mala Simo ne (Hedilê).
Dorika
Xaltan, Xwahrîk, Kefşin, Beşirye, Bazgûr, Xana Heso (Xana Dorika), Muzeka, Zivinga Dirêj. Mezinên Dorikaê mala Ebês in.
Çomera
Pîrkan, Diben, Nemirdan, Marîn, Mendikan, Qesrik, Erbet û Dêra Çomeran.
Saliha
Gundên Dasikan, Sohran, Kekwan, Firfêl, Xerabê Ripin, Sarê û Basibrîn dikevinê. Mezinê her gundî heye. Weke mînak mala Çeçanê Remezên mezinê Dasikan, mala Sarîkê Tehlo mezinê qismekî ji Sohranê, mala Mirêd yê qismekî ji Saliha ne. Lê hemû girêdayî Mala Gewro (Suryanî), li Basibrînê ne. Hin ji Kîwexiyan jî xwe wekî Salihî dibînin.
Domana
Ereban, Kefsûr, Temerz, Bêzikir, Basaq gundên Domana ne. Mezinê wan Mala Qubêt bûn û ew jî girêdayî Mala Edê, Suryaniyên Midihê ne.
Dêra
Zinarex, Axrît û heta bi Hacîkesan herêma Dêra ye û mezinên wan, Mala Mihemayê Êlo ne.
Rayît
Herêma Rayîtê dikevê binya Mizîzexê û ji gundên Xerabê Alê, Badibê, Xirbihê Mişka, Sêderî, Xerabê Kefrê, Arbo û Hibabê pêk tê. Mala Etoyê Evdella yên Suryanî, mezinên Rayîtê ne.
Elîka
Nibil, Hevêrîn, Miqrê, Sîtê gundên Elîka ne. Mezinê Elîka Mala Hecî Hiseynkê û Mala Sekvên in.
Bûtika
Mezinên wan mala Hesê Berekêt in. Gundên Batêlê, Serkanî, Memolan, Evdika û Eleqemş dikevinê.
Şemika
Bacin, Nihil, Dalîn, Kerşaf, Barbûnis û beşek ji navenda Midyadê. Mezinên wan Mala Mehmed (Nûriyê Ezîz) û Mala Nehroz (Xelefê Nehroz) in.
Bûta- Elîreşana- Bacola- Salîka- Kelikî- Mihoka- Şivqetî
Wekî din gelek êl û izbetên biçûk wekî Bûta yên Kevnasî (mezinên wan Mala Şemûnê Evdella), Elîreşana yê Dênwanî (mezinên wan Mala Elîkê Silo û Mala Safê), Bacola (mezinê wan Gundorê Ferho), Salîka (Taqa û Xerabya, mezinên wan Ristoka û Etoka - Mala Pûrtî ne).
Kelikî yê Kîwexî (mezinê wan Mala Hiseynê Hesenîk), Peleşû, Mişawil, Girefş, Pîrelîka, Xastu yê Bahminminî, Dasika (Bazar, Mezrê, Qolika, Sêrwan, Kemîna, Kwînar, Fisqîn, Şûşanî, Mitwên, Şemaxî û Zîrik- mezinên wan Mala Şemdînê Çolî ne), Mihoka (Geliyê Sohra, Berhok, Mezrê, Bîrguriya, Xerab Şemdîna) û Şivqeta ku rasterast girêdayî Mizîzexê bûn.
Herêma Mehelmiya
Xelîlbegî û Îsabegî: Evşê (ya du tax), Kindêrîb, Kefir Hewar, Şorizbeh, Mesken, Heldeh, Kefir Ellab, Sa`rê, Dêrizbîna, Rîş.
Konfederasyona Hevêrkan û toleransa ol û nijadê
Li Tora Hevêrka, berovajiya gelek herêmên din, mezinatiya eşîrê ne li gorî ol yan jî nijadê ye. Çawa li jor jî xuya dikê, hejmarek ji sermiyanên Hevêrka Suryanî ne û hejmarek gundên kurdên musilmanbûyî û kurdên êzdî girêdayî wan e.
Dema serê Haco (II) li Çiyayê Mava tê jêkirin, pê re Qasimê Taqî û wextê Elîkê Battê li Midihê tê kuştin, pê re jî Bino tê kuştin ku her du jî kurdên Êzdî ne. Ji xwe her kesî nav û dengê mêrxasê Hevêrkî, yek ji serekê suryaniyan, Şem'ûnê Hannê Heydo bihîstiye.
Hevêrkî û Dekşûrî
Di hejmarek gundên Torê de niha beşek ji Hevêrkiyan ji xwe re dibêjin Dekşûrî. Lê di rastiyê de li herêma Hevêrka Dekşûrî nînin, lê hevalbendên Dekşûriyan hebûn/hene. Çelebî, piştî derketina dubendiya di nava mala Osmên de, hevaltî da serokê Dekşûriyan Hesen Şemdînê Kercosî. Wê demê, beşek ji Hevêrkiyan jî pê re bûn alîgirên Dekşûriyan.
Wekî tê zanîn, eşîra Dekşûriyan, yek ji wan eşîran e ku tu carî rêvebertiya Mîrîtiya Bohtan nepejirand û li dijî wê rawestiya.
* Ev agahî, sala 2008ê, ji devê Selîmê Battê hatine wergirtin.
* Heger di derbarê van agahiyan de têbinîyek te hebê, ji kerema xwe re, bi rêya e-mailê ji me re binivîse.