Rêşad Sorgul, di vê belgevîdyoyê de ku bi dengê xwe xwendiye, ji bilî gelek mijarên balkêş di derbarê Tora Hevêrka de, her weha balek berfireh dikişînê ser siyaseta "parçekirin û birêvebirinê" ya dewleta Osmanî/Tirk ku her ji destpêkê ve, ne tenê li herêma Torê, her weha li seranserî Kurdistanê serî lê daye.
Mizîzex Online
Rêşad Sorgul sala 1968ê li navçeya Çinar a Diyarbekirê, li gundê Qerqatkê ji dayik bû.
Piştî xwendina dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê, ew sala 1991ê ji bo xwendina zanîngehê çû paytexta Misrê Qahîreyê. Salekê li zanîngeha Bêrûdê şaxê Iskenderiyê, li beşa hiqûq û du salan jî li Zanîngeha El Ezherê beşa dîrokê xwend. Sala 1994ê ji Qahîreyê derket û piştî çar mehan xwe gihand bajarê Hannover ê Elmanya.
Piştî du sal xebatên li kovara Bawerî, gulana sala 1997ê li MED TV û piştre li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TV xebitî. Niha jî li Stêrk TV kar dike.
Kanala YouTube ya Rêşad Sorgul
Hin ji berhemên Rêşad Sorgul:
- Veger (Tîrmeh 2001 - Weşanên Rewşen li Elmanyayê)- ceribandin
- Evdalkovî (Sibat 2004 - Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê)- bîranîn
- Seydayê Min (Sibat 2007 - Weşanên Belkî / Stenbol)- çîrok
- Niqutî Dilê Min (Nîsan 2010) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- roman
- Pêjna Feqî (Mijdar 2013) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- çîrok
- Gurxenêq (Tebax 2015) - Weşanên Aram / Stenbol)- çîrok
- Sê qismet û kurê pîrê (2018) - Adaptasyon ji Yewnanî - dijîtal / Belçîka - çîrok
- Çilguliyê (2019) - dijîtal / Belçîka - çîrok
- Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê (Tebax 2020) - dijîtal / Belçîka - Roman
- Bûka Mirinê (Hezîran 2021) - dijîtal / Elmanya - kurteçîrok
- Seyadê Şamê (Îlon 2021) - dijîtal / Rojava - biyografî
- Gulperî (Kanûn 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok
- Reşoyê Kûrî (Kanûn 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok
- Zembîlfiroş û Gulxatûn (Cotmeh 2022) - dijîtal / Elmanya - destan